çîyame
çîyame ser bilindim ez
bager û bahoz û dûman
her dem min re dibin mêvan
pêsîra min ber û zinzr
xemla mine gunî û dar
çîyame ser bilindim ez
min dît gelek derd û kulan
hejar û pêxwas û bênan
himêza xwe wan re vekir
ez ji wan re dibûm sitar
çîyame ser bilindim ez
pir mêvan bûn gurên birçî
refê kûvî û hirç û rûvî
şivanê bi pezê giran
zarok û zêc û bilûrvan
çîyame ser bilindim ez
parastina wan hemûyan
min qebûl kir bi dil û can
فایل صوتی باصدای اسماعیل میلان در لینک زیر
برچسب: اسماعیل,
نویسنده: نگار خوشنام
تاريخ: يکشنبه
5 آذر
1396 ساعت: 2:04